Li Qamişlo çekdarên Dîfa Wetenî ciwanek birîndar kir

Çekdarên koma bi navê Dîfa Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê li bajarê Qamişlo ciwanek birîndar kirin.

Çekdarên Dîfa wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê, li taxa Helko ya bajarê Qamişlo gule li ciwanê bi navê Basil Xidir Elî yê 27 reşand.

Di encamê de, Basil di lingê xwe yê çepê de birîndar bû.

Hêzên Aasyîşê, Basil Elî rakirin nexweşxaneya Ferman, li gorî xebatkarên tenduristiyê rewşa wî baş e.

Piştî girtina ciwanan ji aliyê çekdarên hikumeta Şamê ve, ev çend rojin li bajarê Qamişlo alozî di navbera çekdarên dîfa wetenî û Hêzên Asayîşê de heye.

Back to top button