Di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li ser deverên çeteyên Tirkiyê ên li Idlibê de, du çete hat kuştin. Îsraîlê jî êrîş bire ser deverên Siwêdayê û Şamê.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikumeta Şamê gundê El-Fitêra yê li gundewarê Başûrê Idlibê topbaran kir.
Di encamê de du çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn.
Çavdêriyê da zanîn ku duh li bajarokê Mearet El-Neasan yên gundewarên Idlibê, di encama êrîşên her du aliyan zarokek birîndar bû.
3 leşker hatin kuştin û herî kêm 12 jî birîndar bûn
Duh jî artêşa Îsraîlê deverên komên Îraniyan û hêzên hikûmetê, li gundê El-Dor a Siwêdayê û El-Keswê ya başûrê Şamê bi mûşekan, topbaran kirin.
Di encamê de, 3 leşker hatin kuştin û zêdeyî 11 leşker bi giranî birîndar bûn.