Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê îro jî dewam kirin. Dagirkeran careke din gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê topbaran kir.
Artêşa Tirk dagirker û çeteyên wê îro dîsa gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê ye topbaran kir.
Dagirkeran gundê Semûqa û bendava Şehba yên herêma Şehbayê jî dan ber topan.
Derbarê encamên topbaranê de, heta niha ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.