Şêniyên Dêra Zorê li dijî êrîşan meşiyan

Bi sedan şêniyên Dêra Zorê li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Eyn Îsa û herêmê meşiyan.

Bi sedan şêniyên bajarokên Baxoz, Hecîn û Ebû Hemam ên Dêra Zorê û rûspiyên herêmê tevli meşê bûn.

Piştî ku meş veguherî mitîngê rûspiyên herêmê daxuyaniyek dan û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.

Rûspiyan piştgiriya xwe bi QSD’ê û şêniyên Eyn Îsayê re nîşan dan û diyar kirin ku ew ê li hember êrîşan bê deng nemînin.

Rûspiyan bêdengiya civaka navvneteweyî li hember êrîşên dewleta Tirk jî şermezar kir.

Her wiha bang li hêzên navnetewî hate kirin ku li hember êrîşên dewleta Tirk helwesteke cidî nîşan bidin.

Back to top button