Di demekê ku Rûsya û Koreya Bakur peyamên xurtkirina hevkariya xwe didin de, ji Koreya Başûr jî pêngavek bihêz derket. Koreya Başûr û Amerîka jî di nava salên dawiyê de, wê tetbîqata herî mezin pêk bînin.
Li gorî daxuyaniya artêşa Koreya Başûr, tetbîqata havînê ya hevpeymanan a bi navê “Mertala Azadiyê ya Ulchi” wê di navbera 22’ê Tebaxê û 1’ê Îlonê de pêk were.
Ji bilî balafirên şer, keştiyên şer ên deryayî, tank, bi hezaran leşker wê beşdarî tetbîqatê bibin.
Di 4 rojên despêkê de wê perwerdehiya parastina sivîl bê dayîn.
Balafirên nûjen û bêmirov wê werin bikaranîn.
Di êrîşên li dijî bender, balafirgeh û qadên pîşesaziyê de jî wê perwerdeya parastina leşkerî ya bi piştgiriya sivîlan were dayîn.
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku hêzên deryayî yên wan, Koreya Başûr û Japonê di 8-14ê Tebaxê de bi armanca pêşxistina hevkariya sêalî beşdarî tetbîqatên hişyarkirina mûşekan, lêgerîn û şopandina mûşekên balîstîk li peravên Hawayê bûne.
Koreya Bakur îsal dest bi ceribandina mûşekên nû kir.
Her wiha agahî hene ku Pyongyangê amadekariyên ceribandina xwe ya 7’emîn a nukleerî qedandiye jî derdikevin.