Li Mûsilê 2 çete hatin girtin û miqdarek made hate desteserkirin

Artêşa Îraqê li herêma çiyayê Badoş a Mûsilê derdora 20 ton madeya kibrît ku di çêkirina teqemeniyê de tê bikar anîn, dîtin.

Artêşa Îraqê derbarê mijarê de daxuyanî da û raghîand ku yekîneyên wan li Başûrê Mûsilê opersyonek ewlehiyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn.

Di encamê de 2 çete hatin girtin û nêzî 20 kîlo madeya kibrît ji bermahiyên DAIŞ`ê hate desteserkirin.

Hêjaye bibîr xistinê ku hêzên Ewlekariyê yên Îraqê ji çend mehan ve opersyonên ewlekariyê li dijî şane û bermahiyên DAIŞ`ê lidar dixin.

Heta niha jî zêdeyî 200 şikeft û kozikên şaneyên DAIŞ`yê paqijkirine.

Lê hîn jî êrîşên çeteyên DAIŞ`ê êrîşên xwe li Îraqê didomîne.

Back to top button