HRE: Li Efrîn û Mare 4 çete hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku di encama çalakiyên wan yên li Efrîn û Mare de 4 çeteyen dewleta tirk a dagirker hatine kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên ku di 9 û 10’ê Çile de li Efrîn û Mare pêk anîne daxuyaniyek nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Rizgariyê;

9ê Çileyê hêzên rizgariyê li Marê li dijî komek çete 2 çalakiyên sekvanî pêk anîn.

Di encamê de herî kêm çeteyek hat kuştin û çeteyek brîndar bû.

Heman rojê Hêzên Rizgariyê li gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawa li dijî baregehek çeteyên artêşa Tirk çalakiyek li dar xistin.

Di vê çalakiyê de jî çeteyek ji Cebhe el-Şamiye hat kuştin, çeteyek û leşkerek jî brîndar bûn.

10’ê Çileyê jî Hêzên rizgariyê li gundê Vîla Qadî, Meydankê yên navçeya Şera û li ser rêya gundê Hecîka a navçeya Racoyê 3 çalakiyên bi bandor pêk anîn.

Di encamê de 2 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn

Leave a Reply

Back to top button