Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan: Em ê sala bê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan sala 2021’ê û xebatên jinan ên li çar aliyên Kurdistanê, nirxandin.
Besê Erzincan der barê şoreşa Rojavayê Kurdistanê de anî ziman “Şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye. Ev şoreş ji bo jinên li tevahiya cîhanê bûye çavkaniya hêviyê.” Besê Erzincan tekez kir wê sala 2022 bibe sala têkoşîn û serkeftinên mezin. FILM

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan, nirxandinên giring derbarê sala 2021’ê de kirin.

Besê Erzîncan anî ziman sala 2021’ê li Kurdistanê bi berxwedaneke mezin derbas bû û bal kişand ser polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya dijminatiya li jinan.

Besê got:

“Bi rakirina Peymana Stenbolê re li Tirkiyê tundî û bûyerên kuştina jinan zêde bûn.

Ciwan di bin zexta sîxurkirinê de hatin hiştin.

Di şexsê jinên Kurd ên ciwan de hestên azadiyê yên civakê tên desteserkirin.”

Besê Erzîncan: Dayîk di sala 2021’an de bûn çavkaniya berxwedanê

Besê Erzîncan bal kişand ser berxwedana dayikên Kurd a îsal hatî kirin û ev got:

“Dayîk bûn çavkaniyeke girîng a berxwedanê.

Berxwedana me di şexsê van dayikan de li her derê mezin dibe.

Dayîk her tim bûn xwedî sekneke xurt”

Besê Erzîncan bi bîr xist ku di vê pêvajoyê de Meclîsa Jinê ya HDP’ê û TJA’yê karên gelekî girîng kirin, bi rengekî serketî pêşengî ji civakê re kirin û divê ev yek hîn bêhtir were xurtkirin.

Besê Erzîncan: Şoreşa jinê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo cîhanê bûye çavkaniya hêviyê

Besê Erzîncan bal kişand ser têkoşîna jinê ya li Rojavayê Kurdistanê jî û ev nirxandin kir:

“Şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye. Jin bi rengekî çalak cihê xwe di nav de digirin.

Karên ku li ser vê bingehê tên meşandin ji bo jinên li tevahiya cîhanê bûye çavkaniya hêvî û sûdwergirtinê.”

Besê Erzîncan ji bo jinên Başûrê Kurdistanê jî ev peyam da:

“Divê hemû jinên ji pêkhateyên cûda yên li Iraqê karibin rêxistina xwe ya serbixwe pêk bînin.

Li ser vê bingehê kongreya neteweyî ya jinên Kurd û yekîtiya jinê ya li Rojhilata Navîn dikare pêk were.

Bi vî rengî wê helwesta herî rast li dijî xeta xiyanet û nokeriyê ya li Başûr were nîşandan.”

Besê Erzîncan destnîşan kir ku jinên Şengalê piştî fermanê êşa xwe veguherandin hişmendiyeke birêxistinkirî û tekez kir divê jinên şengalê taybet jî jinên ciwan rêxistina xwe xurt bikin.

Dawiyê Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan piştrast kir wê sala 2022’an bibe sala têkoşîn û serkeftinên mezin.

Back to top button