Parêzerên Rêber Apo giliyê dadger û dozgeran kirin

Parêzêrên Rêber Apo ji ber ku li dijî tecrîdê bi erka xwe ranabin serî li Desteya Dozger û Dadgeran da, giliyê dadger û dozgerên dosya îmrliyê dişopînin kirin.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku muwekîltiya Rêber Apo dike, tevî hemû serdanan 9 mehe agahî ji Rêber Apo nagre.

Dozger û dadgerên vê dozê berpirsin bi erka xwe ranabin, her carî bi hincetên cûda tecrîda li ser rêber Apo girantir dikin.

Buroyê diyarkir ku dozger û dadgerên dewleta Tirk a dagirker “peywira xwe xirab bi kartînin serî li Desteya Dozger û Dadgeran merca herî mezin ya dadgreriya Tirkiyê ye dan û giliyê dadger û dozgerên kirin.

Buroyê di daxwaznameya giliyê de diyar kirin ku derbarê van dozger û dadgeran de lêpirsîna îdarî bê destpêkirin.

Ji 25’ê Adara 2021’ê ve tu xeber ji Rêberê Apo nayê girtin.

Back to top button