Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya qonaxa sêyemîn a ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ li Kampa Holê 2 çeteyên ji şaneyên DAIŞˊê girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê girtina 2 çeteyên ji şaneyên DAIŞˊê li Kampa Holê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Di çarçoveya xebatên paqijkirin û lêgerînê yên qonaxa sêyemîn a ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ de, hêzên me yên taybet ên HAT’ê 2 serdegirtin li kampê pêk anîn û di nava kampê de 2 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê girtin.”