Nexweşxaneya Dil û Çav a Qamişlo beşê klînîka dil li xwe zêde kir

Nexweşxaneya Dil û Çavan a bajarê Qamişlo kilînîka nexweşiyên Dil îro li xwe zêde kir.
Beş bi şahiyekê hat vekirin.

21’ê Çileya 2019’an, Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê nexweşxaneya Dil û Çav li bajarê Qamişlo vekir.

Ev mezintirîn nexweşxaneya dil û Çav di herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî de ye.

Sibata 2020’an Klînîka nexweşiyên Çav di nexweşxaneyê de hate vekirin.

Niha jî Nexweşxaneyê beşê Klînîka nexweşiyên Dil, li xwe zêde kir û îro bi şahiyekê ev beş vekir.

Vekirina beş di demekê de pêk hat ku Mu’ayene di Nexweşxaneyên taybet de girane.

Bi vî awayî, vekirina beş wê barê gel sivik bike.

Alîkarî û xizmet wê bi buhayên sembolîk û kêm bên pêşkêşkirin.

Back to top button