Li Qamişlo li dijî kuştina jinan çalakiyeke bêdeng hat li dar xistin

Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, Komeleya Sawişka û Tora Fermandarên Jin ên Aştiyê li dijî tundiya li ser jinan çalakiyeke bêdeng li Qamişlo li dar xist.

Bi dehan jin, di nav de endamên Hêzên Asayîşê bi cilên spî yên bi nivîsa “Ji tundiyê re na” li ber avahiya Şaredariya Gel a Qamişlo kom bûn û kuştina jinan şermezar kirin.

Di çalakiyê de wêneyên zarokên ku li Hesekê û Reqayê hatin kuştin jî, hatin hildan.

Girêdayî çalakiyê Rêvebera Nivîsgeha Qanûnî ya Rêxistina Sara axivî û anî ziman “Çalakiya wan a bêdeng bersiv e ji civaka ku dixwaze jinan bêdeng bike.”

Rêveberiya Nîvisgehê bang li Rêveberiya Xweser kir ku kujerên her du zarokan darizînin.

Back to top button