Xelkên Kantona Reqa, Tepqa û Şehbayê bi daxuyaniyan serkeftina DEM Partî pîroz kirin û diyar kirin ku tu siyaset nikare vîna gel têk bibe.
Endamên meclis û komînên kantona Reqayê bi daxuyaniyekê serketina DEM Partiyê di hilbijartinên xwecih ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pîroz kir.
Endaman diyarkirin ku ev serketin nîşan da ku gel nirxên demokrasî û guhertinê di ser her tiştî re digire.
Dawiyê piştgiriya bi DEM-Partiyê re hat nîşandan û Rêber Abdullah Ocalan hat silavkirin.
Desteya şaredariya bajarê Tepqayê jî serkeftina DEM partî pîroz kiri.
Şaredariyê diyar kir ku vîna gelên demokratîk ên şopdarên xeta Rêber APO teqez dê biserkeve û ev yek di dîrokê de îsbat bûye.
Dawiyê teqez kirin ku bi rihê netewa demûqratîk emê xeta berxwedanê dewam bikin.
Bi heman armancê desteya şaredariyê Efrînê û Şahbayê jî serkefin pîroz kir.
Di daxuyaniyê de diyar kirin ku gelê Bakurê Kurdistanê ji hemû cîhanê re îsbat kir ku ti siyaset nikare hêz û vîna gel têk bibe.