Li DYA êrişa çekdarî, kerî kêm 22 kes hatine kuştin

Li eyaleta Maime ya DYA êrişeke çekdarî, welat xist nava alarmê.
Di êrişê de herî kêm 22 kes hatin kuştin.
Polîs li êrişkarê 40 salî digerin.

Li bajarê Lewiston ê eyaleta Maine ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di encama êrîşeke çekdarî de gelek kes mirin û bi dehan jî birîndar bûn.

Êrîşkar reviya û şopên xwe da winda kirin.

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Amerîkayê de li ser çavkaniyên ewlehiyê hatine belavkirin, di êrîşê de 22 kes mirin.

Endamê Meclîsa Şaredariyê Robert McCarthy ji bo CNN’ê daxuyanî da û diyar kir ku hejmara miriyan 22 ye.

Her wiha di nûçeyê de tê ragihandin ku gelek birîndar hene.

Lê derbarê jimara mirî û birîndaran de heta niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Têkildarî bûyerê polîs li zilamekî 40 salî digerin.

Polîs dîmenên kameraya ewlehiyê û wêneyên gumanbar belav kirin.

Di dîmenan de kesekî çekdar tê dîtin.

Her wiha wêneyên wesayiteke ku tê gotin ji aliyê gumanbar ve hatiye bikaranîn ji çapemeniyê re hatin belavkirin.

Polîsan bang li welatiyên li herêmê kirin ku baldar bin.

Kanalên ABC û CNN’ê ragihandin ku li bajarê ku 39 hezar nifûsa wê heye, êrîş li xwaringeh û navendeke şahiyê ya bi bowlingê hatine kirin.

Li gorî nûçeyên ku di medyaya Amerîkî de hatine belavkirin, dibe ku kesê ku tê xwestin mamosteyê çekan û perwerdehiya leşkerî be.

Di daxuyaniya Koşka Spî de hat diyarkirin ku Serokê DYAyê Joe Biden der barê êrîşê de agahî girtiye û rewşa şopandiye.

Biden her wiha bi parêzgara Maine Janet Mills re bi telefonê axiviye.

Back to top button