Serokê nû yê Meclisa Nûneran a Amerîka eşkere bû

Piştî aloziya bêtirî 3 hefteyan, êdî serokê nû yê meclisa nûneran a Amerîkayê eşkere bû.
Namzetê Komarparêz Mike Johnson bû serokê nû yê meclisê.
Serokê DYA Biden jî got: Bêyî ku em bêjin serok kî ye, divê em ji bo gel hewildanên hevbeş bimeşînin.

Piştî ku Serokê Meclisa Nûneran a Amerîkayê (DYA) Kevin McCarthy di 3’ê Cotmehê de ji erk hat dûrxistin, serokê nû hate hilbijartin.

Ji bo hilbijartina serokê nû pêwistî bi 217 dengî hebû.

Di dengdana tûra 4. de, namzetê Komarparêzan ku piraniya kursiyên li meclisê di destê wan deye bi 220 dengan hate hilbijartin.

Namzetê Komarparêz Louisiana Mike Johnson êdî serokê nû yê meclisê ye.

Demokrat Hakeem Jeffries 209 deng standin.

Johnson di axaftina xwe ya beriya sondxwarinê de got,

“Meclîsa gel vegeriya ser karê xwe:

Her çiqas nehêsan be jî, ew ê li welêt tiştan ji nûve bidin ser rê.

Biden: Divê em hewildanên hevbeş bimeşînin

Serokê Amerîkayê Joe Biden di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya piştî hilbijartinan da got;

Bêyî ku bêjîn serokê Meclisê kî ye, em ê hewl bidin ku li ser navê gelê Amerîkayê bi xêrxwazî ​​kar bikin.

Her çend ku di mijarên girîng de nakokiyên me hebin jî, divê em hewldanên hevbeş bidin.

Endamê Meclisa Nûneran ê Komarparêz Matt Gaetz, dijberî bû ku McCarthy di hilbijartina Çileyê de, bibe Serokê Meclisa Nûneran.

McCarthy neçar bû ku hin tawîzan bide da ku Gaetz û koma wî razî bike.

McCarthy di dengdana tûra 15. de, wek Serokê Meclisa Nûneran hat hilbijartin.

Di destpêka vê mehê de, Gaetz ji bo dengdanê pêşniyarek pêşkêş kir ku McCarthy ji postê wî bê dûrxistin.

Ev bû yekem car ku di dîroka Meclisa Nûneran ya Amerîkayê de, serokê meclisê bi dengê partiya xwe ji erk bê girtin.

Piştî van geşedanan bû cihê meraqê ka wê kî bibe serokê nû yê Meclisa Nûneran.

Back to top button