Li Konseya Ewlekariyê ya NY pêşnûmeyên bo Xezayê hatin redkirin

Şerê navbera Îsraîl û Hemsê li Konseya Ewlekariyê ya NY careke din bû rojev.
Amerîka û Rûsya li ser mijarê 2 pêşnûme pêşkêşkirin.
Lê careke din van herdû welatan pêşnûmeyên hev veto kirin.

Pêşnûmeya biryarê ya ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji aliyê Rûsya û Çînê ve hat redkirin, metna Rûsyayê pêşkêş kiribû jî bi vetoya Amerîkayê hat redkirin.

Di pêşnûmeya biryarê ya ji aliyê Amerîkayê ve hatî pêşkêş kirin de, di şer de “sekinek mirovahî” ji bo destûr were dayîn ku alîkariyê derbasî Xezeya dorpêçkirî bibe hebû

Di heman demê de mafên hemû dewletan ên xweparastinê “li gorî hiqûqa navneteweyî” jî cih digirt.

Di pêşnûmeya biryara Amerîkayê de, banga agirbesteke tam nehatibû kirin.

Di dema ku pêşnûmeya biryarê ya ji aliyê Rûsyayê ve hatî pêşkêş kirin “agirbestek mirovî ya bilez, daîmî û bi tevahî were şopandin” jî di metnê de “hemû tundî û dijminatiya li dijî sivîlan” şermezar kir.

Biryara Amerîkayê ji 15 endamên Konseya Ewlekariyê ya NY piştgiriya 10 welatan girt.

Rûsya, Çîn û Îmaratê li dijî wê deng dan, Brezîlya û Mozambîk jî bêalî man.

Çîn, Îmarat û Gabonê piştevaniya pêşnûmeya Rûsyayê kirin.

DYA û Îngilîstanê pêşniyar red kirin, 9 welatên din jî bêalî man.

Balyozê Rûsyayê yê li NY Vasili Nebensia îdia kir ku pêşnûmeya ku ji aliyê DYA ve hatiye pêşkêşkirin ne ji bo rizgarkirina sivîlan, ji bo “hêzkirina pozîsyona siyasî ya wê li herêmê” hatiye amadekirin.

Balyoza Amerîkayê ya li NY Linda Thomas-Greenfield Rûsya bi “tinazker û bêberpirsiyarî tevdigere” sûcdar kir û diyar kir ku di pêşnûmeya tê pêşkêşkirin de “beşên bi pirsgirêk” hene.

Dîwana Giştî ya NY wê îro Pêncşemê li ser şerê li Rojhilata Navîn civîneke awarte li dar bixe.

Hin welatên endam piştî ku pêşnûmeya biryarên ku di Konseya Ewlekariyê ya NY de hatin vetokirin, daxwaza vê rûniştinê kirin.

Back to top button