HPG: Me bi hewayî li dijî artêşa Tirk yên li sire ya Dihokê çalakî kir

Yekîneyên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal Amed bi dronan li qereqola Sire ya Duhokê dan.
Di çalakiyê de gelek leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin.
HPG’ê dazanîn ku ev çalakî, ji bo yekemîn şehîda yekîneyên hewayî Doga Zîlan û silavkirina berxwedana Heftenînê hatiye kir.

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi taktîk û stratejiyên nû derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin.

Gerîlayan ji hewa de li qereqola dewleta dagirker a li Sire ya Dihokê xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Yekîneyên me yên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal Amed, 20’ê Tebaxê li dijî qereqola Sire ya artêşa Tirk a dagirker li Şêladiza navçeya Amêdiyê ya Duhokê çalakiyek li dar xistin.

Di vê çalakiyê de wesayîtên hewayî yên teqemenî ku lê hatibûn barkirin bi awayekî serkeftî li hedefên xwe ketin.

Di vê çalakiyê de gelek leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin lê jimara wan nehatiye zelalkirin.

HPG’ê ragihand ku ev çalakî ji bo yekemîn şehîda yekîneyên hewayî şehîd Doga Zîlan û ji bo silavkirina berxwedana gerîlayan a li Heftanînê hatiye kirin.

23’ê Tebaxê balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker 4 caran Zozanên Rostê yê li qada Goşîne ya Xakurkê bombebaran kir.

Di heman rojê de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qadên Karker û Saca yên herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir.

HPG’ê diyar kir ku divan êrîşan de tiştek bi hêzên gerîla ne hatiye û tenê agir bi qada Karker ket.

Back to top button