Ji ber fînansa terorê, Koma Şopandina Malî Tirkiyê xist LÎSTEYA GIRÎ

Dewleta Tirk, spîkirina pereyên reş û fînansekirina terorê asteng nake.

Berde astengkirinê piştgiriyê dide çeteyan, bi rêka çeteyan pereyên reş, spî dike da ku pêşî têkçûna aboriya xwe bigre.

Koma Şopandina Malî( FATF) ku navenda wî li Fransayê ji ber van kiryarên wê, dewleta Tirk xist LÎSTEYA GIRÎ(nêzê reş)

Êdî rastî û hevkariya dewleta tirk bi çeteyan re, bi terorê re derdikeve holê.

Îro li Parîsê Koma Xebatê ya Malî ( FATF) ku dewlet Tirk jî endamê vê saziyê ye, di derbarê piştgiriya dewleta Tirk a bi terorê û spîkirina wî ya pereyan civiya.

Koma Xebatê ya Malî bi daxuyaniyeke biryara civînê ragihand û diyar kir ku ji ber pişgtiya dewleta tirk ya bi fînansekirina terorê dewlet Tirk xistine LÎSTEYA GIRÎ.

Di nûçeya BBC de ji ber kiryarên dewleta Tirk îşaret bi van xalan tê kirin:

Divê Tirkiyê ji aliyê Koma Lêkolînê ya Navneteweyî ve were şopandin.

Sedem wê jî ew e ku dewleta Tirk di mijara têkoşîna li dijî spîkirina pereyên reş û her wiha bidawîkirina fînasekirina terorê, gavên pêwîst navêje.

Welatên ku cihê xwe di nava Lîsteya Grî de digrin ev in:

Albanya, Mexrib, Sûriye, Sûdan û Yemen.

Li gorî çavkaniyên pispor, ev biryar wê bandoreke mezin, aboriya Tirkiyê ku niha li ber hilweşandinê ye bike û nehêlin karsazên derve li Tirkiyê kar bikin.

Koma Xebatê ya Malî( FATF) girêdayî Rêxistina Rakirin û Hevkariya Aborî (OECD) ye.

Dewleta Tirk jî di nav de 32 welat û Komîsyona Ewropayê, Konseya Yekîtiya Kendavê endamê vê Koma Xebatê ya Malî ye.

Back to top button