Li Venezuela xebatên lêgerîn û alîkariya mirovahî piştî depremên mezin hîn jî pêk tên.
Bîlançoya qurbaniyan zêde dibe û hate ragihandin ku hîna agahî ji bêtirî 30 hezar kesî nayê girtin.
Li Venezuela, piştî her du erdhejên mezin ên 24’ê Hezîranê rûdayîn, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 5 hezar û 398.
Li gorî daxuyaniya Serokê Meclîsa Neteweyî Jorge Rodriguez, hejmara birîndaran jî gihîştiye 16 hezar û 740.
Rodriguez diyar kir ku li herêmên erdhejê zêdeyî 60 hezar kes, ku nîvê wan dilxwaz in, di xebatên lêgerîn û alîkariyê de beşdar in.
Her wiha got, belavkirina alîkariya mirovahî û ava vexwarinê bê navber dewam e.
Di heman demê de, li gorî agahiyên çapemeniyê, ji roja erdhejê ve hezar 463 erdhejên biçûk hatine pêk hatin e.
Her wiha, Malpera komeleya sivîl a ku navê windahiyan dinivîse jî ragihand ku heta niha agahî ji 30 hezar kesî nayê girtin.



