Kombûna Jinên Zenûbiya vekirina “Nivîsgeha Pirjiniyê” şermezarkirin

Li gel Tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nivîsgehên Kombûna Jinên Zenûbya yên Minbic, Reqa û Dêrazorê nerazîbûn nîşanî vekirina nivîsgeha pirjiniyê dan.

Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya ya Minbicê bi daxuyaniyekê vekirina nivîsgehên pirjiniyê li bajarê Ezazê yê dagirkirî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin armanc ji vê yekê jin werin bikaranîn û wekî amûrekê werin kirin û firotin û bang li tevahî jinan hate kirin ku li hemberî tevahî ferastên paşvero û desthilatdar serî hildin..

Reqa

Li Reqayê jî bi heman armancê daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin armanca vekirina nivîsgeha pirjiniyê şikandina vîna jinan e.

Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên jinan hate kirin ku li hemberî tundî û biryarên şaş ên li dijî jinan bisekinin.

Dêrazorê

Bi dehan jin ên encamên meclisên bajar ên Dêrazorê li ber avahiya Kombûna Jinên Zenûbiya ya bajarê Kesra yê gundewarê rojavayê Dêrazorê kom bûn bi daxuyaniyekê vekirina nivîsgehê şermezarkirin.

Jinan dan zanin vekirina nivîsgehên bi vî rengî binpêkirina rûmet û azadiya jinê ye.

Her wiha îşaret bi rola jinan di projeya neteweya demokratîk de hate kirin û ev tişt hate gotin:

Ji vir ji xaka Dêrazorê, em ji Erdogan û alîgirên wî re dibêjin, hûn nikarin roja me tarî bikin.”

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hate kirin, li hemberî siyasetên Tirkiyê yên li dijî jinan û gel bi giştî bisekinin.

Back to top button