Tevgera Azadî ji bo berdana endamên xwe serdana Xaça Sor a navnetewî kir

Tevgera Azadî ji bo azadiya endamên xwe yên ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatine binçavkirin, di nava liv û tevgerê de ye.
Bi vê boneyê Tevgera Azadî serdana Xaça Sor ya navnetewî kir û ji xaça sor xwest ku zextê li PDK’ê bike da ku endamê wan berdin.

Asayîşa PDK’ê li herêmên dibin desthilatdariya xwe de dest bi binçavkirina çalakvanên civaka sivîl, mamosta û welatiyan kiriye.

Bi taybet PDK’ê li Hewlêrê di rojên dawî de gelek endamên Tevera Azadî binçavkir.

Bi vê boneyê îro şandeyek Tevgera Azadî li Silêmaniyê serdana Xaça Sor ya Navnetewî kir.

Piştî civîna her dû aliyan, daxuyaniyek çapemeniyê ji aliyê Hevseroka Tevgera Azadî Şehên Mihemed ve hate dayîn.

Şehên diyar kir ku endamê wan bê biryara dadwer hatine binçavkirin, tenê ji ber ku endamê tevgera Azadî ne hatine binçavkirin û got:

“Emê ji bo azadiya endamên xwe dengê xwe bigihînin hemû rêxistinan.

Me li ser asta Herêma Kurdistan û Iraqê 36 konsolxane agadar kiriye û daxwaznameya xwe pêşkêşî wan kiriye.

Serdana îro ya ji bo Xaça Sor a navnetewî jî biheman armancê bû.”

Şehên Mihemed dazanîn ku heya niha asayîşa PDK’ê parêzer û malbat jî di nav de, nahêle ti kes serdana kesên hatîn binçavkirin bike.

Asayîşa PDK’ê ya Hewlêrê endamekî din ê Tevgera Azadî binçav kiriye

Endamê Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadî ya Başûrê Kurdistanê Nerîman Ehmed jî da xuyakirin ku endamekî wan yê din li Hewlêrê hatiye binçavkirin.

Ehmed diyar kir ku berî 4 rojan Asayîşa Daretû ya Hewlêrê bi behaneya dernexistina destûra nîştecihbûnê, endamê wan Mahir Ezîz binçav kiriye.

Mahîr Ezîz berî 2 salan jî ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ve hatibû binçavkirin û zêdeyî 15 rojan di girtîgehê de mabû û hatibû êşkencekirin.

Di nava 20 rojên borî de, tevî Mahir Ezîz, 6 endamên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li Hewlêrê hatine binçavkirin.

Back to top button