Hevgirtina Aştî ya Mirovî pêngavên alîkariyê da destpêkirin

Bi armanca xurtkirina hevgirtina civakê, gelek pêngavên alîkariya bi hewcedaran re tên lidarxistin.
Ev yek taybet di meha Remezanê de ye .
Yek ji wan Hevgirtina Aştî ya Mirovahiyê bi boneya meha Remezanê dest bi pêngavên alîkariyê kiriye.

Hevgirtin girêdayî Kongreya Îslama Demokratîk e..

Gerînendetiya Hevgirtina Aştî ya Mirovahiyê Gulistan Ezîz derbarê armanca pêngavê axivî..

Gulistan Ezîz anî ziman ku Hevgirtina Aştî ya Mirovahiyê 90 milyon lîreyên Sûriyeyê kom kirine ..

Ew jî da ku di vê mehê de pêşkêşî hewcedaran bike û barên wan sivik bike.

Ne tenê pere tê pêşkêşkirin, di heman demê de cilên nû,

70 seriyên pez û çêlek hatine amadekirin û dê li malbatên hewcedar werin belavkirin.

Li gorî rayedarên Hevgirtinê, pêngava belavkirina alîkariyan li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin.

Pêngav di serî de ji bo astengdaran, jinên bî, sêwî û koçberan e.

Armanca hevgirtinê ji vê pêngavê xurtkirina rihê hevgirtina civakê ye.

Back to top button