Li Kobanê perwerdeya Zimanê Kurdî ya dayîkan bi dawî bû

Li Kobanê perwerdeya zimanê Kurdî ya 45 rojî ya dayikan bi dawî bû û bi kelecaneke mezin dayîkan şehadeyên xwe girtin.

Li gundê Gewrik Hebîb a Kobanê perwerdehiya zimanê Kurdî ya 45 rojan ya dayikan bi dawî bû.

Ji bo dayikan şahiyek hat lidarxistin.

Rêveberiya Şaredariya Navçeya Til Xezalê Narîn Firat di şahiyê de axivî û got:

Ev zimanê kurdî bi keda Rêber Abdullah Ocalan hatiye vejînkirin.

Dijmin hewl dide bi rêya ziman civakê tune bike.

Têkoşîna li hemberî vê yekê ew e ku em zimanê xwe bixwînin û dayikên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin.

Di dawiya şahiyê de dayîkên ku tev li perwerdehiya ziman bûne şehadê xwe girtin.

Back to top button