Li Dêrikê ji bo piştgiriya berxwedana gerîla konê çalakiyê hate vedan

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê bihêrs in û di nava çalakiyan de ne. Îro li Dêrik, Qamişlo, Dirbêsiyê, Amûdê û Kobanê bi pêşengtiya ciwanan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de êrişên li ser Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin û peyama piştgiriya berxwedana gerîla hate dayîn

Çalakiyên gel ên li dijî êrişên dagirkeriya Tirk bi hevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên dijî êrişan, îro li navçeya Dêrikê konê çalakiyê hate vedan.

Şêniyên Dêrikê, endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî serdana konê çalakiyê kir.

Di çalakiyê de berdevka Yekîtiya Jinjên Ciwan Newroz Hesen axivî û got, berxwedaniya gerîla planên dagirkeriya Tirk bi bin xist.

Çalakiya konvedanê wê 4 rojan dewam bike.

Gaziyên şer li Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişên li ser gerîla daketin kolanan

Li Qamişlo jî, gaziyên şer tevî şêniyên Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişan daketin qadan.

Piştî meş veguherî mitîngê, li ser navê Federasyona Gaziyên Şer daxuyanî hate dayîn .

Meclisa Dirbêsiyê êrişên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir

Meclisa navçeya Dirbêsiyê jî bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk ên bi hevkairya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Di daxuaniyê de hate gotin ku dagirkeriya Tirk li pêşiya çavên cîhanê çekên kîmyawî li dijî gerîla bi kar tîne û hevkariya PDK’ di van êrişan de weke bê exlaqî bi nav kir.

Di dawiyê de bang li civaka navdewletî û rêxistinên hiqûqî hate kirin ku rişên dagirkeriyê rawestînin.

Şêniyên navçeya Amûdê li dijî êrişan daketin kolanan

Şêniyên navçeya Amûdê jî ji bo şermezarkirina êrişên li ser başûrê Kurdistanê daketin kolanan.

Şênî li navenda Tengera Ciwanên Şoreşger kom bûn û ber bi Qada Jina Azad ve meşiyan.

Piştî meş veguherî mitîngê, li ser navê Tevgera Ciwanên şoreşger daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de peyama piştgiriya berxwedana gerîla heta têkbirina dagirkeran hate dayîn.

Kedkarên Kobanê ji bo piştgiriya berxwedana gerîla meşiyan

Li Herêma Firartê jî, kedkarên Kobanê bi pêşengtiya ciwanên şoreşger li dijî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê meşek li dar xist.

Meş li Qada Jina Azad veguherî mitîngê.

Di mitîngê de, li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan daxuyanî hate dayîn.

Back to top button