Emîne Bekir: Li ser Şengalê planên sêalî têne meşandin

Cîgira Meclisa Cîbicîkar a herêma Firatê Emîne Bekir têkildarî rewşa Şengalê axivî û got: “Li ser Şengalê planeke hevbeş di navbera Hikûmeta Iraq, Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de pêk tê.

“Li ser Şengalê planeke sêalî tê meşandin ji bilî hêza wê tu hêz çarenûsa Şengalê dê diyar neke”

Cîgira Encûmena Cîbicîkar a herêma Firatê Emîne Bekir bi vê gotinê rewşa li Şengalê nirxand û diyar kir ku plana hevbeş a sêalî civaka Êzidî bi fermanên nû re rû bi rû dihêle.

Emîne Bekir: Dixwazin Şengalê ji niştecihên wê vala bikin

Emîne Bekir diyar kir ku bi van êrişan dixwazin projeya Rêveberiya Xweser ji holê rakin û herêmê ji niştecihên wê yên resen vala bikin.

Emîne Bekir: Emê xwedî li hev derbikevin û çarenûsa xwe diyar bikin

Cîgira Encûmena Cîbicîkar a herêma Firatê destnîşan kir ku desthilatdar ji bo desthilatdariya xwe mayende bikin, statûya gelan napejrînin..

Di dawiyê de, Emîne Bekir teqez kir ku divê em rê nedin vê hişmendî û desthilatdariyê ku li ser me serdestiyê çêbike û çarenûsa me diyar bike.

Back to top button