Çar kes ku afîş ji bo meşa HDP’ê didaleqandin, hatin destgîrkirin

ji ber didaleqandina afîşan a ji bo meşa HDP’ê ya ber bi Enqerê ve, desthilatdariya Tirk 4 kes destgîr kirin. Li Beşîktaşê piştî civîna gel a HDP’ê polîsan êrîşî gel kir û 3 kes destgîr kirin. 

Ji bo ‘Meşa Demokrastiyê’ ya HDP’ê ber bi Enqerê ve ku wê 20’ê Hezîranê bê lidarxistin, afîş hatin didaleqandin.

Polîsên AKP’ê rê li xebatên afîş daliqandinê yên li Taxa Tuzlûçayir girtin.

Piştre Hevşaredarê HDP’ê yê Mamakê Mûstefa Akkaya jî di nav de 4 kes destgîrkirin.

Kesên destgîrkirin birin Amîrtiya Navenda Polîsan a Tûzlûçayirê.

Li ser afîşan nivîsa ‘Ji Demokrasî, Edalet, Aştî, Azadî, Kar û Xwarinê Em bi hev re 20’ê Hezîranê li Enqerê ne’ hebû.

Li Beşîktaşê piştî civîna gel a HDP’ê polîsan êrîşî gel kir û 3 kes destgîr kir.

HDP’ê di çarçoveya Meşa Demokrasiyê de li Beşîktaşa Stenbolê civîneke gel li dar xistibû.

Piştî civîna gel, girse bi sloganan meşiya.

Polîsan êrîş kir û 3 destgîr kir

Back to top button