Kurdên li Swîsreyê wê biherikin Parîsê

Konseya Kurd a Swîsreyê CDK-S û Tevgera Jinan a Swîsreyê YJK-S ji bo çalakiya 6’ê Çile bang kirin û gotin: “Gelê me pewîste biherikin kolanên Parîsê.”

Di daxuyaniya hevpar a nivîskî ya CDK-S û YJK-S’ê de wiha hate gotin:

“Divê em nîşan bidin ku em ê hesab ji kujeran bipirsin.

Ne tesaduf e ku dewleta Tirk pêşengên jinên Kurd ên şoreşger dike hedef.

Ev komkujî hem li dijî Tevgera Azadiyê û hem di şexsê jinên Kurd de êrîşî şoreşa jinan dikin .

Em bawer dikin ku gelê Kurd ê li Swîsreyê dijîn û dostên wan wê bi biryardariyeke mezin beşdarî meş û mîtînga bibin. ”

“Dê jin tarîya Parîsê ronî bikin”

Hevseroka CDK-S’ê Selma Surer li ser mijarê axivî û got:

“Em jinên Kurd her tim û li her qadê li cem Rêber Apo disekinin.

Wê nikaribin tu carî şoreşê bi komkujiyan têk bibin.

Li her qada ku em lê ne,hesabê komkujiyan bipirsin.

Hewl didin komkujiyên Parîsê veşêrin. Em ê bi israr bibêjin, ‘Parîs di tariyê de ye, edalet li ku ye?’ Weke jinên Kurd em ê bi têkoşîna xwe vê tarîtiyê ronî bikin”

“Em kolanên Parîsê dagrin hesabê komkujiyan bipirsin”

Back to top button