“Em kolanên Parîsê dagrin hesabê komkujiyan bipirsin”

Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) bi daxuyaniyeke hevpar dan û gotin “Em bang li gelê Kurd û dostan dikin ku 6’ê Çileyê kolanên Parîsê dagirin.”
Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanyayê (KON-MED) ê jî heman bangê kir û got:Dewletê Fransa, Almanya û Tirkiye ji van herdu komkujiyan berpirsyar in.

Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) têkildarî komkujiyên li Parîsê daxuyaniyek hevpar dan û ji bo çalakiya navendî banga tevlîbûnê kirin.

Rêxistinên Navborî şehîdên komkujiyên Parîsê bibîranîn û got:

“3 jinên Kurd ên şoreşger di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê bi destê îstixbarata Tirk MÎT’ê ve hatin qetilkirin.

Tevî ku 11 sal di ser komkujiya 9’ê Çileyê re derbas bûye, dewleta Fransayê ji ber komkujiyê dewleta faşîst a Tirkiyê dadgeh nekir û hesap birsînek çênebû.

Her wiha zemîn ji rûdana komkujiya duyemîn a Parîsê re amade kir.

TJK-F û CDK-F: Di 6’ê Çileyê de berê xwe bidin parîsê

TJK-F û CDK-F’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ji bo hesapbirsînê banga tevlêbûna çalakiya 6’ê Çile kir û got:

“Israra li ser têkoşîna azadiya jinê, israra li ser parçekirina kodên sîstema serweriya mêr e.
Lewma şoreşa jinê wê tolhildana me be.
Roj ew roj e ku hesab ji zayendîperestî, nijadperestî û bê edaletiyê bê pirsîn.

Ji ber vê yekê di serî de jin em bang li gelê Kurd û dostan hemûyan dikin ku 6’ê Çileyê kolanên Parîsê dagirin.”

KON-MED: Di 6’ê Çileyê de divê hemû Kurd û dostên wan li Parîsê bin

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanyayê (KON-MED) ê jî ji bo heman mijarê daxuyanî da û got:

“Dewletê Fransa, Almanya û Tirkiye ji van herdu komkujiyan berpirsyar in.

Ji ber berjewendiyên siyasî û aborî yên Tirkiye û Fransayê, detayên li ser herdu komkujiyan bi raya giştî re parvenekir.

Em bang li her kesî dikin ku di 6’ê Çileyê de li Parîsê beşdarî meşa ji bo edaletê bibin.

Divê kurd û dostên xwe li Parîsê hesap ji dewleta Fransa bixwaze.”

Li ber Konsolosxaneya Fransa ya li Hambûrgê çalakiya edaletê hat lidarxistin

Back to top button