Amerîka: Divê Îran dest ji hinek pêşniyarên xwe berde

Peymana nukleerî ya Îranê, di nava Tahran û Waşîngtonê de tê û diçe. Rêveberiya Amerîka dibêje, tekane rêya vegera li peymanê, divê Îran dest ji hinek daxwazên xwe yên bêsûd berde. Tahran jî dibêje, eger Amerîka di vegera li peymanê de, çêker be lihevkirin pêkan e.

Peymana nukleerî ya navbera Îranê, hîna yek ji dosyayên sereke yên navbera Amerîka û Îranê de ye.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Amerîka Ned Price, diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku Amerîka ji bo vegerandina peymanê her tişt kiriye û wiha got:

Yekane rêya vejandina rêketinama nukleerî ew e ku Îran dev ji daxwazên xwe yên pêwist berde.

Danûstandinên ji bo vegerandina peymana nukleerî ya di navbera Amerîka, Yekîtiya Ewropa (YE) û Îranê de, 4’ê Tebaxê li paytexta Awistrya Viyanayê piştî mehan careke din dest pê kirin.

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell diyar kir ku wî ‘metna dawî’ derxistiye pêş.

Tahran: Eger DYA çêker be, lihevkirin pêkan e

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Tehranê duh nêrîna xwe li ser pêşnûmeya rêkeftina ku ji aliyê YEyê ve hatî amadekirin eşekere kiriye.

Di nûçeyê de behsa naveroka bersivê nehatiye kirin, lê hatiye gotin, eger bersiva Amerîkayê ya ji bo pêşnûmeya dawî ya livekirina ji aliyê YE ve hatiye pêşkêşkirin “realîst û nerm” be, dê lihevkirin pêk bê.

Hat diyarkirin ku Îran ji Amerîka hêvî dike ku li ser sê mijarên ku di danûstandinê de nayên çareserkirin çêker nêz bibe.

Gotûbêjên nukleerî li ser misogerkirina cîbicîkirina tam ya peymana nukleerî ya sala 2015`an bi Îranê û vegerandina Amerîkayê bo danûstandinên nukleerî, ji Nîsana 2021`an ve bi awayekî navbirî li Viyenê têne lidarxistin.

Serokê Amerîka yê berê Donald Trump di Gulana 2018’an de bi awayekî yekalî ji peymanê vekişiyabû.

Bi hatina rêvberiya Joe Biden re, danûstandinên peymanê yên li Viyana carke din despê kir.

Danûstandin bi beşdarbûna nunerên Rûsya, Çîn, Almanya, Fransa, Îngilîstan û Iran pêk tên.

Back to top button