Bi sedan şêniyên Minbicê şehîd Xelîl bi merasimekê oxirkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê şehîd Xelîl Mustefa Hemo bi merasîmek girseyî oxirkirin.

Şervanê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Mistefa dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Şêniyên bajarê Minbicê piştî wergirtina cenazeyê şehîd ji pêşiya nexweşxaneya Firat berê xwe dan goristana şehîdan.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê Meclisa Leşkerî, Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl axeftina hate kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya wan dan.

Pistre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava sloganên dil soziyê bi şehîdan re, hat oxirkirin.

Back to top button