Demîrtaş: Banga tifaqê ya HDP’ê ne ji bo hilbijartin lê ji bo demokrasiyê ye

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattin Demirtaş, diyar kir ku HDP ne perçeyekî îtîfaqa millet e û wiha got: Partiya me ne îtîfaqa hilbijartinê, îtîfaqa demokrasiyê ava dike. Ji bo Tirkiyê ya herî bi xêr diyaloga bi HDP’ê re ye.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji 4’ê mijdara 2016’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, têkildarî îtîfaqa millet a Hilbijartina 31’ê Adarê daxuyanî da.

Demîrtaş, anî ziman ku HDP ne perçeyeki îtîfaqa millet e û wiha got:

“HDP di hilbijartina 31’ê Adarê de bi CHP û Îyî Partî re îtîfaq ava nekir.

Tenê li hin bajarên mezin bi armanca pêşxistina demokrasiyê yek alî piştgirî da namzetên CHP’ê.

Demîrtaş ku bi wêneyekî nû li ser hesabê twitterê peyam weşandî ev tişt nî ziman:

“Rayedarên partiya me yên herî jor bê navber banga îtîfaqa demokrasiyê dikin.

Lê mixabin vê daxuyaniyê bi israr berovajî dikin.

Em aşkere bêjin, HDP’ê di hilbijartina herêmî de tu carî bi CHP û Îyî Partî re îtîfaq nekiriye.

Tenê li hin bajarên krîtîk ji bo demokrasî pêş bikeve piştgirî daye namzetan.

HDP, ne perçeyê îtîfaqa millet e.

Banga HDP’ê ya îtîfaqa demokrasiyê, ne banga îtîfaqa hilbijartinê ye.

Li dora rêgezên demokrasiyê ji bo pêşeroja welat ranî bike bang li vê îtîfaqê dikin.”

Back to top button