Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 94 roj in didome

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dewam dike
Tevî gefên dewleta Îranê, di roja 94’an de jî çalakiyên nerazîbûnê hebûn.
Bi heman awayî li Ewrupayê jî çalakiyên piştevaniyê berdewadikin.

Xwepêşandan û çalakiyên gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî kuştin, darvekirin û gefên dewletê dewam dikin..

Di roja 94’an de jî çalakiyên bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dar bûn.

Dewleta Îranê girtina welatiyan didomîne

Hêzên dewletê jî ji bo tepisandina serhildanê roj bi roj girtina çalakgeran zêde dike..

Li gorî agahiyan, li bajarê Seqiz, dixtorê bi navê Mihemed Baqir Ebas ku nexwestiye agahiyan li ser xwepêşanderên birîndar bide, ji aliyê hêzên îtlaatê ve hatiye binçavkirin.

Ji 5 girtiyên ji bajarê Seqizê û 2 rojnamevanên jin agahî nayê girtin

Her wiha 5 xwepêşanderên girtî yên xelkê Şino ku bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne, hêzên dewletê ew birine cihekî ne diyar û agahî ji wan nayê girtin.

Ev yek jî metirsiye li ser çarenivîsa van xwepêşanderan..

Li aliyê din, rewşa du rojnamevanên bi navê Nîlufer Hamedî û Îlahe Mihemedî yên nûçeyên çalakiyên ji bo Jîna Emînî çêkiribûn û hatibûn girtin, nediyar e.

Duh jî hêzên dewleta Îranê bi ser mala lîstîkvana bi nav û deng, Terane Elîdostî de girtin.

Lîstokvan Teraneh Elî-Dostî ji aliyê hêzên dewletê ve hat girtin

Terane Elîdostî bi hinceta rakirina lacika serê xwe û nivîsa dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku piştgiriya xwepêşandanan kiribû hatiye girtin.

Li dijî girtin û binçavkirinan, li gelek rawestgehên metroyan yên Tehranê jî çalakî hatin li darxistin.

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 94 roj in didome

Karkerên beşa neftê yên li Tebrîz, Ehwaz, Mahşehir, Geçsaran, Durgey Xarik, Eseluye û Bêcar dest bi grevê kirin û neçûn ser kar.

Li Ewropayê bi çalakiyan piştgiriya serhildanê hat kirin

Li Welatên Ewrûpa jî bi taybet li Holanda, Danîmarka û Norveçê ji bo piştgiriya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, çalakî hebûn.

Back to top button