Ji Çînê çav tirsandin: Em ê xwe ji karanîna hêza leşkerî dûr nexin

Rêveberiya Çînê careke din nîşan da ku ew ê Taywanê weke welatekî serbixwe nebînin. Her çiqasî Pekînê peyamên aştiyane dabin jî lê careke din Taypî hişyar kir û got:
Hertim vebijêrka bikaranîna hêza leşkerî ya li dijî destwerdana biyanî û kiryarên cudaxwaz li pêşiya me ye.

Hefte derbas bûn lê hîna jî hêrsa Çînê ya derbarê serdana Seroka Meclisa Nuneran a Amerîka Nancy Pelosi ya bo Taywanê de kêm nebûye.

Derbarê zêdebûna aloziya li ser Taywanê de, Çînê ragihand ku ji bo bikaranîna hêza leşkerî di dema destwerdana derve û kiryarên cudaxwaz de ew ê dudilî nebin.

Ofîsa Karûbarên Taywanê ya hikûmeta Çînê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Ofîsê diyarkir ku Pekîn ji bo bi Taywanê re “yekbûna aştiyane” pêk bîne “wê bi dilsoziyeke mezin hemû hewlan bike.”

“Em amade ne ku cîhek mezin ji bo yekbûna aştiyane biafirînin, lê em ê rê nedin ti şêwazek çalakiyek cudaxwaz.”

Pekînê soz da ku piştî yekbûna wê ya bi Çînê re, Taywanê bigihîje dewlemendiya aborî ya pêşketî.

Di daxuyaniya Çînê de wiha hat gotin:

“Eger xetên me yên sor derbas bibin, em ê ji bo bersivdana provokasyona endamên cudaxwaz an jî hêzên biyanî tedbîrên tund bigirin.”

Ji Çînê çav Tirsandin: Peywendiyên bi Amerîkayê re qut bûne

Pekînê her wiha diyar kir ku tevî ewlehiya deryayî û guherîna rewşa avhewayê, ew niha diyaloga bi Amerîkayê re qut dikin.

Amerîka wekî piştevana herî girîng a leşkerî û siyasî ya Taywanê tê dîtin.

Wezîrê Karê Derve yê Taywanê Joseph Wu doh got;

Çîn xwe amade dike ku êriş bike.

Wu destnîşan kir ku Çîn hewil dide hêza wan ya ruhî lewaz bike û got:

Armancên jeostratejîk ên Pekînê “ji Taywanê zêdetir in”.

Piştî ku Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi tevî hişyariyên tund ên Çînê serdana Taywanê kir.

Taywanê ragihandiye ku heta niha çend caran keştî û firokeyên Çînê di çarçoveya tetbîqatan de avên û esmanê welat binpê kirine.

Back to top button