Li Şehba Konferansa 1. a Jinolojî ya Efrîn û Şehbayê hat lidarxistin

​​​​​​​Li Şehbayê konferansa 1’emîn Yê navenda lêkolînê a Jinolojî ya Efrîn û Şehbayê hat lidarxistin.
Konferans bi gelek encamnameyan bi dawî bû.
Ji wan başkirian rewşa jinan di gelek dozan de dê were lêkolînkirin. 

‘Ji têkoşîna Sakîne û Evînan heta Jîna, Zeyneb û Nagîhanan, Jin jiyan azadî’ ..

Di bin vê dirûşmeyê duh Konferansa 1’emîn a Jinolojî hat lidarxisin.

Konferans li hola kampa serdem a Şehbayê pêk hat ..

Di konferansê de perspektîfên Rêber Apo hatin xwendin..

Sinifizyon bi boneya salvegera 10’emîn a komkûjiya Parîsê ji hat pêşandan.

Her wiha kar û xebatên navenda Jinolojî jî hatin nirxandin.

Konferans bi gelek encamnameyan bi dawî bû ji wan:

Başkirian rewşa jinan di gelek dozan de dê were lêkolînkirin

Destpêkirina kampanyayên ‎neteweyî ji bo têkoşîna li dijî tundiya elektronîkî ..

Navendên xurtkirina jinan di pisporiyên teknolojî de, ji bo xwe ji ‎fezaya dîjîtal biparêzin, werin vekirin.

Konferans bi stranên koma şehîd Hêva ya Kevana Zêrîn bi dawî bû.‎

Back to top button