Tevgera veguhastina hewayî li Balafirgeha Helebê ji nû ve dest pê kirin

Hefteya borî, Îsraîlê balafirgeha Helebê topbaran kir û balafirgeh, ji xizmetê derketbû. Hat ragihand ku tevgera veguhastina hewayî li Balafigeha Helebê ya Navneteweyî ji nû ve dest pê kir.

Îsraîlê Hefteya borî balafirgeha Helebê topbaran kir.

Di encamê de endamekî hêzên hikûmeta Şamê hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Her weha balafirgeh, ji xizmetê derketbû.

Saziya giştî ya balafirxaneya sivîl a Hikûmeta Şamê ragihand ku tevgera veguhastina hewayî li Balafigeha Helebê ya Navneteweyî ji nû ve dest pê kir.

Saziyê di daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Karmendên balafirgehê bi hevkariya şîrketên nîştimanî, xesarên di encama topbarana Îsraîlê de çêbûne, sererast kirin.

Xebatên veguhastinê yên balafiran dê ji sibe ve ji nû ve dest pê bikin.

Israîlê êrişî balafirgeha Helebê kir

Back to top button