Duh hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve bi endamên Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya û geşedanên dawî gotûbêj kirin.
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd destpêka civînê tekezî li ser girîngiya şêwra bi hêz û aliyên ku nûnerên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin kir û geşedanên dawî yên li herêmê nirxand.
Çiya Kurd rewşa siyasî û vegerandina peywendiyên Erebî bi rêjîma Sûriyê re anî ziman û got:
Divê vegerandina Sûriyê bo komkara Erebî, ne di berjewendiyên derve de be, berovajî pêwîste ji bo daxwazên gelê Sûriyê û çareseriya pirsgirêkan be.
Çiya Kurd işaret bi insyatîfa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û anî ziman, ku pêwîstî bi piştevanî, hevgirtineke herêmî, erebî û navdewletî heye.
Her weha rola girîng ya desteya rûspiyan, di derbaskirina pirsgirêk û nakokiyan de hat ziman.
Ji aliyê xwe ve, endamên Desteya rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekezî li ser girîngiya civînên bi vî rengî kirin û piştgiriya Rêveberiya Xweser kirin.
Dawiya civînê, aliyan rewşa xizmetguzarî û aborî, pêdiviyên xelkê û mekanîzma gihîştina çareseriyê gotûbêj kirin.