300 rewşenbîr, hunermend, nivîskar û akademîsyenan ji bo hilbijartinên parlementeriyê piştgiriya xwe ya ji bo Partiya Çepên Kesk û ji bo hilbijartinên Serokkomariya Kemal Kiliçdaroglû eşkere kirin.
Di daxuyaniya ku bi îmzeya gelek kesan hatî belavkirin de, ev tişt hat gotin:
“Em helbijartinên 14’ê Gulanê ji bo veguherîna demokratik ya Tirkiyê fersendeke ber biçav dibinin.
Di vê çarçoveyê de em dengê xwe bidin Partiya Cepgên Kesk ji ber ku soz daye û peyman bi civakê re girê daye ku ew ê ji bo muxalefeta pirrengî û demokratik baş bixebite û têbikoşe.
Her wiha em dibêjin em dengê xwe ji bo serokkomariyê jî bidin Kemal Kılıçdaroğlu ji bo ku ew ê rejima ku tirsê li ser civakê berbelav kiriye ji holê rabike û rewşa tundraw nerm bibe.
Sibe li Qamişlo wê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyeke girseyî pêk were