Sibe li Qamişlo wê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyeke girseyî pêk were

10’ê Gulanê, ango sibe li Qamişlo li ser asta herêma Cizîrê, amadekariyên lidarxistina çalakiyeke girseyî tê kirin.
Çalakî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û destekdayîna Partiya Çepên Kesk e.

Sibe wê çalakiyeke girseyî li ser asta herêma Cizîrê li Qamişlo were li dar xistin.

Ev çalakî di çarçoveya çalakiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e.

Her wiha ji bo destekdayîna Partiya Çepên Kesk di hilbijartinên Tirkiyê de ye.

Çalakî wê bi dirûşma “Azadiya rêber APO misogeriya demokrasî û aramiya herêmê ye” wê pêk were.

Tê payîn ku çalakî saet 11’an li Stada Şehîdên 12’ê Adarê ya Qamişlo, dest pê bike.

Bangewaziya tevlîbûna mîtîngê didomin.

Endamê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kenan Berakat bang tevlîbûna çalakiyê kir.

Her weha Meclisa Gel a bajarê Qamişlo li nava kolanên bazara bajêr belavok belav kir û gel vexwend mîtîngê.

Back to top button