Serdozgeriya Kazaxistanê: Di xwepêşandanan de 225 kes mirin

Bîlançoya xwepêşandanên despêka mehê li Kazaxistanê destpê kiribû giran dibe. Serdozgeriya Kazaxistanê ragihand ku di xwepêşandanan de 19 jê leşker û polîs 225 kes mirine. Serdozgeriyê îdia kir ku hinek ji kesên hatine kuştin, “endamên komeke çekdar in”.

Ji despêka salê ve li Kazaxistanê rewşak aloz û metirsîdar heye.

Piştî xwepêşandanên 2’ê Çile li welat despêkirin, li welat pevçûnên dijwar derketin.

Nûnerê Serdozgeriya Kazaxistanê Serîk Şalabayev ragihand ku di encama tundiya di dema xwepêşandanan de pêk hatî, 225 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rayedarê Kazak diyar kir ku di dema Rewşa Awarte de cenazeyên 225 kesan radestî morgan hatin kirin.

Ji van 19 kes polîs û leşker in.

Şalabayev di daxuyaniya xwe de îdia kir ku hinek ji xwepêşanderên ku jiyana xwe ji dest dane “endamên komên çekdar ên ku di êrîşên terorê de cih digirin” ne.

Şalabayev ragihand ku 4 hezar û 300 kes birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, hat ragihandin ku 2 hezar û 600 kes li nexweşxaneyan tên dermankirin û ji wan rewşa 67 kesan giran e.

Di daxuyaniya 9’ê Çile de hatibû gotin, jimara miriyan 160 e.

Despêka meha Çileyê li Kazakistanê ji ber bihabûna sotemeniyê, xwepêşandanan destpê kiribûn.

Serokomarê Kazaxistanê Qasim Comert Tokayev xwepêşandan wek “hewldanên derbeyê” bi nav kir û destnîşan kir ku ji aliyê rêxistinên terorê ve hatine organîzekirin.

Ji ber vê yekê banga hêzên Rêxistina Peymana Hevkariya Kolektif (CSTO) ya bi pêşengtiya Rûsya kiribû.

Piştî bertekên zêde, doh beşa yekemîn ya hêzên rêxistinê vegeriyan Rûsya.

Li gorî çavdêran, aloziyên vê dawiyê nîşana şerê desthilatdariyê di rêveberiya welat de ye.

Tokayev di sala 2019’an de bi guhertina desthilatdariyê re rêveberî ji Nursultan Nazarbayev ê 30 salan li welêt desthilatdarî kirî girtibû.

Kerîm Masîmov ku bi nêzbûna xwe ya bi Nazarbayev re tê naskirin bi tohmeta “xiyaneta dewletê” hat girtin.

Back to top button