Li Bakurê Kurdistan operasyona qirkirina siyasî

Li Bakurê Kurdistan dewleta Tirk êriş û girtina li dijî ragihandina azad didomîne.
Vê sibê polîsên dewleta dagirker li bajarê Wan, Amed, Mêrdîn Stenbol û Enqerê li ser malan de girt û gelek nûçegihanê ajansa Mezopotamya û JINNEWS’ê binçavkirin.

Dewleta Tirk a qirker li dijî ragihandina azad operasyonên xwe yên qirkirina siyasî didomîne.

Hate ragihandin ku operasyonên qirkirina siyasî di di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de pêk hatiye.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de polîsên dewleta dagirker di saetên serê sibehê de bi ser avahiya Ajansa Mezopotamyayê (Ma) û malên nûçegihanan de girtin.

Hat zanîn ku di lêpirsînê de derheqê 12 kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn û heta niha ji nûçegihanên MA û JINNEWS’ê bi giştî 10 kes hatine binçavkirin.

Nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê hatin binçavkirin

Li Amedê Nûçegihanê MAyê Selman Guzelyuz nûçegihanên JINNEWS’ê Eren û Derya Ren hatin binçavkirin

Di çarçoveya heman lêpirsînê de nûçegihana JINNEWS’ê Oznur Deger jî li Qosera Mêrdînê hate binçavkirin..

Li bajarê wanê jî nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Hakan Yalçin li bajarê Rihayê jî Emrullah Acar û Ceylan Şahînlî hatin binçavkirin..

Li Stenbolê jî polîsên dagirker avêt ser mala Midûra Karên Nivîsan a ajansa Mezopotamyayê Dîren Yûrtsever wê jî binçavkirin.

Hate ragihandin ku Yurtsever niha li Muduriyeta polîsên dewleta dagirker a Stenbolê tê ragirtin.

Li Enqereyê jî polîsên dagirker bi ser buroya Ajansa Mezopotamyayê de girt nûçegihan ajansa MA’yê Zemo Akgoz binçavkir

Hate ragihandin di serdegirtina şaxên ajansa Mezopotamya ya Enqere, Stenbol û Amedê de polîsên dagirker dest danîne li ser kompîtir, kamera û wênekêşên rojnamevanan.

Her wiha gelek pirtûk û lênûskên rojnamevanan jî destserkirine.

Hêjayê bi bîrxistinê ye ku 8’ê Hezîrana 2022’an de jî 16 rojnamevanên ragihandina azad hatibûn girtin.

Back to top button