Beriya cejnê bazarên pez geş didin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya Cejna Qurbanê bazarên pez geş dibin.

28’ê Hezîranê roja yekê ji Cejna Qurbanê ye .

Bi nêzbûna roja re jî şêniyan berê xwe da sûkên pez .

Da ku qurbanan bikirin.

Welatiyê bi navê Fadil El Hemûd ku çûye bazarê dibêje:

Tevgera kirîna pez a vê salê li gorî salên borî zêdetir e..

Tevî ku îsal mih biha ne, lê dîsa jî tevgera kirînê xurt e.”

Li gorî bazirganê Sûka Hedîdiye ya navçeya Şedadê Ehmed El Salih:

Seriyek mih, milyonek e û hin caran milyonek û 300 hezar lîre ye.

Beranek jî zêdetirî 3 milyonan e û hin caran digihêje 7 milyonan.

Back to top button