Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê diyar kir ku binpêkirina serweriya welat ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, li ser asayîşa netewî metirsiye û êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Iraqê şermezar kir.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê bê navber didomin.
Dewleta Tirk di nav xaka Başûr û Iraqê bi dehan baregehên leşkerî avakiriye.
û ji nav xaka Iraqê gundên herêmê topbaran dike û xelkê sivîl qetil dike..
Her roja diçe dewleta Tirk cihê xwe li nav xaka Iraqê qayimtir dike,
Lê Hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê bêdengiya xwe diparêzin.
Edamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê Hisên Haşim Amîrî têkîldarî vê yekê axivî û got:
“Ev êriş bandorek neyênî li ser welatiyên sivîl dike û dibe sedema penaberbûna xelkê ser sînor.
Di nava rojên bê de tedbîrên derbarê vê dosayê de wê werin girtin.
Divê dewleta Tirk rêz li biryar û yasayên navnetewî bigre
û êrişên xwe yên li ser Iraq û welatiyên sivîl bide rawestandin.”