Cenazeyên 39 Êzidiyan radestî malbatê wan hat kirin

Rêveberiya Tiba Edlî ya Nînovayê ragihand ku 39 cenazeyê Êzidiyên ku di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de di komkujiyê re hatibûn derbaskirin, radestî malbatên wan hatiye kirin.

Rêveberiya Tiba Edlî ya Nînovayê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û wiha got:

“Şandeyek ya beşa vekirina gorên komî bi pêşengtiya Rêveberiya Giştî ya Beşa Tiba Edlî, ji gorek komî nêzî 39 cenazeyên welatiyên Êzidî derxistin.

Ev kesên di gora komîde hatine derxistin di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn kuştin e.”

Her wiha hate diyarkirin ku bi amadebûna aliyên peywendîdar ên Nînovayê û Şengalê, piştî testên DNA’ê û temamkirina zanyariyan, her 39 cenaze radestî malbatên wan hatin kirin.

Xebatên aliyên peywendîdar ên Iraqê yên li ser kolandina goran û lêkolîna li ser cenazeyan berdewamin,

Hêjayê bibîrxistinye ku heta niha gelek gorên komî li Şengal û Nînovayê hatine dîtin ku cenazeyên bi sedan welatiyên Êzidî tê de ne.

Back to top button