Sînaryoya dewleta Tirk li Girê Spî dubare dibe, çeteyên wê girtin ser malên gundên Girê Spî û 7 ciwan revandin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku duh çeteyan li gundê El-Qeyseriyê yê Girê Spî ciwan revandin.
Li gorî heman çavkaniyê,
“Îsa El-Ibrahîm, Şewax Mihemed El-Ibrahîm,
Xalid Îsa El-Ibrahîm û Xelîk Îsa El-Ibrahîm, hatine revandin.
Li gorî agahiyan jî, çeteyên dewleta Tirk êrîşî jin û zarokan jî kiriye û ji malên sivîlan gelek alav dizîne.
Her wiha çeteyan ji gundewarê rojhilatê Girê Spî jî 3 kes ravandine û hemû ji eşîra El-Meşhûr in.



