Ermîna herêma latşîn jî radestî Ezerbîcanê dike

Piştî 28 salan ku Ermenistanê serweriya wê dikir, Artêşa Azerî derbasî dawîn herêmên Qerebaxê “Laçîn” dibe.

Artêşa Azerbeycanê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh hinek yekîneyên artêşa Azerî derbasî herêma Laçînê bûn.

Ev yek piştî radestkirina herêmên Exdam û Kelbejarê, di çarçoveya peymana di navbera Rûsya, Ermenistan û Azerbeycanê de pêk hat.

Peyman di 10ê meha borî de hat îmzekirin û li gorî wê hêzên Ermen dê ji hersê herêmên navborî û hinek deverên din derkeve û Rûsya 2 hezar leşkerên xwe li Qerebaxê bi cih bike.

Back to top button