
Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê amadekariyên vekirina buroya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.
Li gorî agahiyan, şandeyek Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê bi serokatiya Mihemed Bermo ji bo lidarxistina rêzecivîn û hevdîtinan, bi nûnerên MSD û Rêveberiya Xweser re gihîşt Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Armanc jî girtina rêdanên vekirina buroyên komeleyê li herêmê ye.
Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê di 13ê Mijdara 2015an de li Viennayê hate avakirin.
Komele desteyeke nîştimanî, siyasî û civakî ye û koma kar a Qurtuba rêgezên wê yên bingehîn danîne.
Komeleyê di Gulana borî de, di civîneke çapemenî de li Viennayê ragihand ku ew tev li MSDê bûye.