Komîteya Rêveber a PKK’ê Diyar Xerîb bi bîranî

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera 4’emîn a şehadeta Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb daxuyanî da.
PKK’ê bang li hemû gelê kurd kir ku xeta hevre Zîlan û Helmet de fedaîbûn esas bigirin û hesab ji pergala faşîst-qirker û îxaneta hevpar bipirsin

Di 26’ê Hezîran 2019’an şoreşgerê mezin Diyar Xerîb şehîd ket.

PKK’ê bi daxuyaniyek Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb bibîranî û wiha got:

PKK: Diyar Xerîb ji ber sekna xwe ya yekîtiya netewî bû armanc

Diyar Xerîb ji ber têkoşîna xwe ya ji bo azadî û demokrasiyê ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan bû hedefa mêtingeran.

Ji ber ku hevrê Helmet di ciwantiya xwe de li hember îxanet û pergala qirker xwedî helwest bû.

Ev 4 sal in em weke Tevger û gel hewl didin şopa hevrê Helmet bişopînin û bigihêjin armanca wî.”

PKK’ê dazanîn ku Hevrê Helmet li çar parçeyên Kurdistanê di her curê xebatan de cih girt û di çi astê de ba erk û berpirsyariya xwe pêk tanî û ji bo rizgariya gelê xwe bênavber dixebitî.

“Ji bo pêşî li pergala netewa demokratî bigrin Diyar Xerîb kirin armanc”

Komîteya PKK’ê diyar kir ku faşîzma Tirkiyê û xeta xiyanetkar a Kurd bi şehîdxistina hevrê Helmet re dixwestin rê li ber serhildanên gel ê başûr û pergala demokrasiyê bigrin.

Komîteyeya Rêveber a PKK’ê wiha berdewamî da axaftina xwe:

“Lê gerîlayên Azadiyê bi berxwedana xwe rê nedan dagirkeran û planên wan pûçkirin.”

“Bi rihê fedaî yên Helmet û Zîlanan têkoşîn xwe bilintir bikin”

PKK’ê di daxuyaniya xwe de komkujiya 20’ê hezîranê ya li Qamişlo jî şermezar kir û got:

“Ev komkujî li dijî Rêveberiya Xweser a demokratîk e.

Em berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî silav dikin.

Her wiha bi hatina roja fedaîbûnê 30’ê Hezîranê di şexsê fedaî hevre Zîlan de hemû şehîdên tevgera azadî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, soza pêkanîna armancên wan didin”

Di dawiyê de PKK’ê bang li hemû gelê kurd kir ku xeta hevre Zîlan û Helmet de fedaîbûn esas bigirin û hesab ji pergala faşîst-qirker û îxaneta hevpar bipirsin

Back to top button