PAJK: Hevrê Zîlan rêya serketinê ya ber bi armancê ve ye

Koordînasyona PAJK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) bi rêzdarî bi bîr anî û got,
“Pêşengiya ji pêvajoyê re ya bi rengê Zîlan, têkbirina tecrîda li ser Rêbretî û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

Koordînasyona PAJK’ê der barê salvegera 27’an a şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan), şehadeta Lêman Şiwêş û tecrîda giran a li ser Rêber Apo de daxuyaniyek da.

PAJK’ê hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) bi bîr anî û di şexsê wê de hemû milîtanên azadiyê yên ku di oxira jiyana azad de şehîd bûn, bi bîr anîn.

Der barê kesayet û têkoşîna şehîd Leyman Siwêş û Yûsra Derwêş de PAJK’ê ev got:

Ji pêşengên Tevgera Jinê ya Kurdistanê û şoreşa jinê ya Rojava şoreşgera 38 salan Leyman Siwêş û Yûsra Derwêş a hêja, weke sembola biryardariya li ser azadiya jinê bi rêzdarî bibîr tînin.

Mêtingeriya Tirk, hewl dide ya ku DAÎŞ’ê nekarî bike, bi êrîşên îmhayê yên leşkerî, bi zexta siyasî, dîplomatîk û aborî teslîm bigire, tasfiye bike.

Bi vê armancê êrîşî şoreşgerên jin, hêzên parastinê, sîstema xweser a demokratîk dike.

PAJK’ê ew hêzên ku bi civîna bilind a Astanayê re rê dan êrîşên dewleta Tirk û civaka navneteweyî ya ku êrîşan asayî dike û bêdeng dimîne, şermezar kirin.

Di dewama daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê de hate gotin:

Hevrê Zîlan-Zeynep Kinaci felsefeya Rêbertî veguherand feraseta têkoşîn û jiyanê, xeta çalakiyê, rêbaz û taktîkê, nîşan da ku kesek bi tenê dikare rêveçûna dîrokê biguherîne.

Zîlan li dijî sîstema bi serweriya mêr, rejîmên dijminê gel û jinan, mêtingerî û dijminatiya qirkerî, bû serhildana civakî û veguherî manîfestoya şoreşa jinê.

Xeta ‘JIN JIYAN AZADÎ’ ya ku îro bûye malê cîhanê, nirxê gerdûnî yê xeta bi rengê Zîlan radixe pêş çavan.

PAJK’ê destnîşan kir ku Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe pêşengî ji pêvajoyê re kir, asta parastina Rêbertî jî kûr kir, bi pêş ve bir û wiha domand:

Pêşengiya ji pêvajoyê re ya bi rengê Zîlan tê wateya têkbirina tecrîda li ser Rêbertî û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Li ser bingeha serketinê, em careke din soza xwedîderketina li şehîdên xwe didin.”

Back to top button