Berdevkê QSD`ê Aram Hena têkildarî êrişa dawî ya şaneyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sînaa nirxandin kir. Aram Hena anî ziman ku tevlîbûna xwîna gelê herêmê di bersivdayîna êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê de, serkeftinek ji tevahî Sûriyê re ye. Hena got: “Gurzên Gelan bajarê Hesekê ji êrişa çeteyên DAIŞ’ê parast.”
20’ê Çileyê, şaneyên çeteyên DAIŞ`ê êrişî girtîgeha Sînaa ya li Xiwêran kir.
Gelê herêmê, bi pêngava Gurzê Gelan, êrişa wan têk bir.
Ji her deverê şervanên QSD’ê hatin û 11 rojan berxwedaneke pêhempa nîşan dan.
Di encama vê berxwedanê de, plana wan û alîgirên wan têk çû û QSD bi ser ket.
Der barê vê êrişê, berxwedana QSD’ê û hengirtina gelan di pêngavê de, Berdevkê QSD`ê Aram Hena ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.
Aram Hena diyar kir “Gurzê Gelan bajarê Hesekê ji êrişa terorîst a li ser girtîgeha Sînaayê parast.
Berxwedana ku ji aliyê hêzên me ve hat nîşandan, nûnertiya biryara gelê me di berxwedan û têkoşînê de dike.”
Aram Hena: Ev serkeftin peyamek e ku QSD dikare herêmê ji hemû metirsiyan biparêze
Hena da zanîn ku serkeftina dawî peyameke nû ji her kesî re ye ku QSD`ê dikare parastina herêmê ji hemû metirsiyan bike.
Hena behsa hewldanên Îtîlafa Niştîmanî ya Sûrî û hikumeta Şamê li beramberî vê êrişê jî kir û ev tişt anî ziman:
“Îtîlafa Niştîmanî ya Sûrî û hikumeta Şamê hewl didin bûyerên ku li bajar rû dan keysbaz bikin.
Me gelek caran got em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek in û tu cûdahî di navbera pêkhateyan de tune ye.”
Aram Hena destnîşan kir ku destekdayîna gelêrî ji hêzên leşkerî re xala sereke ya vê serkeftinê bû.
Berdevkê QSD`ê Aram Hena dawiyê da zanîn tevlîbûna xwîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşaneya yekitiyê ye û got:
“Ev yek pîvana sereke ya hêzên me ye û armanca QSD’ê ye.”