Corona..Li başûrê Kurdistanê 21 rewşên nû hatin tomarkirin

Wezareta Tenduristiyê ya başûrê Kurdistanê  ragihand ku di nav 24 saetên dawiyê de 21 kes bi Coronayê ketine.

 Wezareta Tenduristiyê ya başûrê Kurdistanê derbarê daneyên dawî yên têkildarî  vîrusa Coronayê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de 21 kes bi Coronayê ketine, hatine tomarkirin.Ji wan 20 kes li Hewlêrê, kesek li Silêmaniyê ye.

Li gor daneyên dawî li başûrê Kurdistanê heta niha 309 kes bi nexweşiya vîrusa Coronayê ketine. Ji wan 3 kesan jiyana xwe ji dest daye, 109 kes jî baş bûne.

Back to top button